Sersaxî ji malbata şehîd Îvan re hate xwestin

Bi sedan şêniyên kantona Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Îvan Mihemed yê ku li Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Îvan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Îvan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Îvan re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Îvan re hate xwestin
20 gulan, 2018   11:18

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên katnona Qamişlo berê xwe dan konê sersaxiyê yê Endamê Erka Xweparastinê Îvan Mihemed yê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re xwestin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala bavê şehîd li taxa Erbewiyê ya bajarê Qamişlo hate vedan. Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîd hate xemilanidin. Endamên saziyên sivîl û hiqûqî yên kantonê Qamişlo û her wiha şervanên YPJ/YPG`ê tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Sadiya Mistefa, yek ji fermandarên YPG`ê Sîdar Qamişlo axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin û hate gotin ku bi ji bo parastina axa welat şehîd canê xwe feda dikin.

Her wiha di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi saya pîvanên biratiya gelan gelê Bakurê Sûriyê li hember çeteyên DAIŞ`ê bi ser ketin û gelê herêmê ji tarîtiyê hate rizgarkirin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bidawî bû.

Hêjaye bi bîr xisitinê ku Endamê Erka Xweparastin şehîd Îvan Mihemed di 15`ê Gulanê de di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bû.

(bx)

ANHA