Rêveberiya Xweser li Amarîka semînerek lidar xist

Nûnerên Rêveberiya Xweser li Ewropa li Kenîseya Apostel a herêma Fairfax Bereich a DYA semînerek bi beşdarbûna pêşengên kinîseyê lidar xistin.

Rêveberiya Xweser li Amarîka semînerek lidar xist
20 gulan, 2018   10:12

NAVENDA NÛÇEYAN

Semîner duh li Kenîseya Apostel a herêma Fairfax Bereich a DYA bi beşariya Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên Ewropa Sînem Mihemed û Besam Ishaq hate lidarxistin.

 Di semînerên de geşedanên li Sûriyê, dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê re û binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê û bi taybet şêniyên Efrînê hate bibîrxistin.

Di semînerê de her wiha bal hate kişandin ser şêniyên Efrînê yên bi darê zorê hatin derxistin jî hatin bibîrxistin û sîstema demorkatîk a Bakurê Sûriyê hate raberkirin.

Di dawiya semînerê de Nûnerê Rêveberiya Xweser Ishaq Besam bersiva pirsên bedşaran da.

(dc)

ANHA