Bawername li xwendekarên Kobanê hate belavkirin

Komîteya Perwedeyê ya Kantona Kobanê bawernameyên sala xwendinê ya sala 2017-2018'an li xwendekaran belav kirin.

Bawername li xwendekarên Kobanê hate belavkirin
Bawername li xwendekarên Kobanê hate belavkirin
Bawername li xwendekarên Kobanê hate belavkirin
20 gulan, 2018   10:34

KOBANÊ

Sala nû ya xwendinê bi dawî bû, Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Kobanê yên xwendekarên asta seretayî û navîn amade kirin.

Komîteya Perwedeyê diyar kir ku wan bawername li 21 hezar xwendevanên ku di 112 dibistanên kantonê de xwendina belav kir. Xwendekarên pileyên bilind bi dest xistin jî hatin xelatkirin.

Di dawiya  sala xwendinê de mamosteya bi navê Cumana Hemû dawîkirina sala nû li hemû mamoste û xwendin pîroz kir.

Mamoste Cumana destnîşan kir ku rêjeya xwendekarên îsl biser ketin îsal ji sala derbasbûyî zêdetir bû û wiha dom kir: "Ev jî nîşan dide ku mamoste erka xwe baş pêk tîn in."

Tê payîn ku bawernameyên xwendekarên asta amadeyî jî roja pêncşemê were belavkirin.

(dc)

ANHA