'Sûriya Pêşerojê guhertina demografî qebûl nake'

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef diyar kir ku partiya wan wê hewl bide ku careke din hezkirinê di nava gelê Sûriyê de zindî bike û destnîşan kir ku ev dê gava yekem a ber bi çareserkirina aloziya Sûriyê be. Hevrîn, her wiha da zanîn ku partiya wan bi tu awayî guhertina demografî ya li Sûriyê qebûl nakin.

'Sûriya Pêşerojê guhertina demografî qebûl nake'
20 gulan, 2018   10:00

CUMA MIHEMED-ZANA SEYDÎ/KOBANÊ

Hevrîn Xelef derbarê xebatên partiya wan û aloziya li Sûriyê ji ajansa me re axivî û got ku aloziya Sûriyê ev çend sal in dewam dike û ev tişt anî ziman: "Careke din çandiniya hezkirin û hevdûqebûlkirinê di nava gelê Sûriyê de, armanca wan a tekoşînê ye. Em ê rihê ku gelê Sûriyê beriya 8 salan bi wê serî hilda vegerîn in."

Hevrîn Xelef, her wiha da zanîn ku danûstendina bi tevahî gelê Sûriyê re wê esasê tekoşîna wan be û wiha pê de çû: "Partiya me di tekişîna xwe de danûstendinê esas digre. Bi vê yekê jî dê aloziya Sûriyê ber bi çareseriyê ve her e."

Derbarê guhertina demografî ku li gelek herêmê Sûriyê pêk tê jî Hevrîn Xelef da zanîn ku partiya wan van siyasetan red dike û wiha pê de çû: "Em van siyasetan qebûl nakin. Em dagirkirina ji derve bi tu awayî qebûl nakin. Em dikarin Tirkiyê ku em wekî cîran rêzê jê re digirin bibîr bixin. Em doz dikin ku ev siyaset werin kêmkirin."

Di 27'ê adarê de Partiya Sûriya Pêşerojê kongreya xwe ya damezirîner bi beşdarbûna 880 delegeyan li bajarê Reqayê lidar xist.

Hevrîn Xelef her wiha da zanîn ku ev çend heftene ew li gelek herêmên Bakurê Sûriyê civînan ji gel re lidar dixin û rêgezên sereke yên partiyê ji welatiyan re şîrova dikin.

Li ser rola jin û ciwanan di dema pêş de jî Hevrîn Xelef got ku ew ê li ser esasê wekheviya di navbera herdû zayendan de tekoşînê bidin meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ciwan denemîkiya civakê ne. Ew in ên dê civakî ber bi dema nû ve bibe. Jin jî wiha ne."

(dc)

ANHA