Şêniyên Girê Spî ji ber buhaya madeyan hêrs bûne

Li herêma Firatê û bi hatina meha Remezanê pileyên germahiyê bilind bûye. Ev yek jî bandor li kesên ku rojî  digrin dike. Madeyên xwarinê jî buha bûne û ji ber vê yekê şêniyên herêmê hêrs bûne û bang li komkîteya Zabîta û Zemhêrê kirin ku vê yekê bisekinînin. 

Şêniyên Girê Spî ji ber buhaya madeyan hêrs bûne
Şêniyên Girê Spî ji ber buhaya madeyan hêrs bûne
Şêniyên Girê Spî ji ber buhaya madeyan hêrs bûne
Şêniyên Girê Spî ji ber buhaya madeyan hêrs bûne
20 gulan, 2018   09:29

SEMÎRA DAÛD / GIRÊ SPÎ

Bi hatina meha Remezanê gelek made li sûkên navçeya Eyn Îsa buha bûne. Ji aliyekî din ve jî şêniyên herêmê di vê mehê de madeyên xwarinê zêde dikirin.

Li gorî şêniyan sebze, mêw û her wekî din madeyên sereke yên xwarinê di meha Remezanê de buha bûne.

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Îsmaîl Hemadî got beriya meha Remezanê buhaya sebzeyan baş bû lê di vê mehê de ji ber ku welatî zêde dikirin buhayên madeyan zêde bûye.

Welatiyê bi navê Mihemed Elî got ku ji ber şopandin li sûkan  û her wiha ji ber ku kokmîteya Zabîte û Zemhêrê li nava sûkê nagerin û erka xwe pêk nayinin dikandar û bazirgan bi buhayê madeyan dilîze.

Ji aliyê xwe ve jî welatiyê bi navê Mihem Elî bang li komîteya Zabîte û Zemhêrê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin da ku rewşa madî ya piraniya welatyên herêmê ne başe û ji ber vê yekê welatî rastî zehmetiyan tên.

Ji ber buhabûna madeyên xwarinê li sûkên herêmê ji ber vê yekê şêniyên herêmê hêrs bûne.

Ji aliyekî din ve jî Mûdîrê komîteya Zemhêrê ya navçeya Eyn Îsa Merwan Mihemed got ku komîteya Zabîte û Zemhêrê erka xwe pêk tînin û gelek mûxalefet hatin girtin. Merwan destnîşan kir ku ewê gera xwe di nava sûkê de zêde bikin û erka xwe zêdetir pêk bînin.

(bx)

ANHA