DYA û Çînê lihev kirin

Çîn û DYA lihev kirin ku nekevin şerê bazirganiyê ku tê payîn pêk were, her wiha herdû aliyan lihev kirin ku gumrika zêde li ser barên di navbera herdû welatiyan de nestîn in.

DYA û Çînê lihev kirin
20 gulan, 2018   09:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serwokwezîrê Çînê Liyo Hî roja Şemiyê diyar kir ku Çîn û DYA lihev kirin ku nekevin şerê bazirganî ku tê payîn pêk were, her wiha dê gumirkên zêde li ser tiştên ji hev distîn in nestîn in.

Herdû welatiyan roja şemiyê daxuyaniyek hevbeş dan û diyar kirin ku gihiştin itîfaqa ku nekariya Amarîka ya guhertina bazirganî bi Çînê re rabikin. Lê derbarê mijarê de tu agahiyên zêde ne hatin dayîn.

Itîfaqa behsa mijar aloziya di navbera herdû aliyan de kêm dike.

(dc)