Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin

"Efrîn, Şêrwan û Barîn" ne tenê peyvin li ser ziman digeriyan û derbas bû, lê belê li pey xwe şûneke bi bandor ku muhra xwe li dîrokê da,hişt. Ev navanan ji rehma berxwedanê xuliqîne û destanên qehremaniyê her tim bibêjin.

Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
Efrîn, Şêrwan û Barîn wê destanên qehremaniyê bibêjin
20 gulan, 2018   07:51

SÎLVA MUSTEFA / HELEB

Li taxa Şêxmeqsud a berxwedarê çîrokên berxwedaniyê û hovîtiya dagirkeran her li ser ziman digere. Lehengên Berxwedana Serdemê ya li dijî dagirkeriya Tirkiyê xwedî cihekî pîroz têne destnîşankirin.

Dayikên li vê taxê xwestin berxwedêrên Efrînê di bîranînên wan de ne, li ser vê yekê navên şehîdên berxwedanê li zarokên bikin.

Sê malbat ku li taxa Şêxmeqsûd jiyan dikin navên zarokên xwe kirine"Efrîn, Şêrwan û Barîn"

Dayika Bêrîvan Xelîl Îbiş beriya 3 meha zarokeke xwe çêbû û "Efrîn" lê kir dibêje, "Berxwedana gelê Efrînê bandor li min kir ji ber vê yekê min navê Efrînê li zaroka xwe ya yekemîn kir. Efrîn wê serkeve, berxwedana wê ya zêrîn wê neyê jibîrkirin. Her nifşek wê ji nişfê li pey xwe re vebêje."

Dayika Bêrivanê di girêdana xwe ya bi Efrînê re wiha destnîşan dike, "Welat welatê me ye, cihê Erdogan li vir nîne, em ê heta dawiyê li kêleka gelê xwe yê Efrînê bin. Em ji zarokên xwe re qala berxwedana Efrînê bikin û di hundirê wan de heskirina ax, welat û berxwedanî biçînin. Berxwedana Efrînê muhra xwe li dîrokê daye wê tu car neyê jibîrkirin."

Nadiya Kurdo, pêş hefteyekê kurek xwe yê pêncemîn çêbû û nave têkoşer " Şêrwan" lê kiriye. Nadiya dibêje ku têkoşer Şêrwan ji bajarê Helebê ye û di Berxwedana Serdemê ya li hemberî dagirkeriyê şehîd bû.

Nadiya anî ziman ku ew bi şehîdên Serdemê Bilind e û wiha domand, "Em bi lehegên berxwedana Efrînê yên ji bo welat û gelê xwe li  hemberî mirinê sekinîn serbilind in. Em çi bikin jî li hember berxwedaniya wan kêm e, ji ber vê yekê xwest navê kurê xwe yê pêncemîn bikim Şêrwan, da ku berxwedana Efrînê ji bîra me neçe."

Dayika bi nave Şirîn Ibrahîm bi têkoşer Barîn bi bandor dibe, navê keça xwe li navê wê dike. Şirîn dibêje, "Navê Barîn ji bo min sehnaziyeke, ez pê serbilind im."

(bb)

ANHA