Ewropa, Çîn û Rûsiya Itîfaqeke nû bi Îranê re nîqaş dikin

Dîplomatên ji Ewropa, Çîn û Rsûiya itîfaqeke nû dê ji Îranê re were pêşkêşkirin. Li gorî itîfaqê dê alîkariya madî beranberî kêmkirina destwerdana Îran di herêmê de û kêmkirina pêşxistina fûzayên balastî, were dayîn. Ev yek bi armanca parstina itîfaqa nuklerî pêk tê.

Ewropa, Çîn û Rûsiya Itîfaqeke nû bi Îranê re nîqaş dikin
20 gulan, 2018   08:18

NAVNED ANÛÇEYAN

Rojnameyek Elmanî diyar kir ku Dîplomatîn ji Ewropa, Çîn û Rûsiya dê itîfaqek nû bi Îranê re nîqaş bikin û dê Ev itîfaq ji Îranê re were pêşkêşkirin. Li gorî itîfaqê dê alîkariya madî beranberî kêmkirina destwerdana Îran di herêmê de û kêmkirina pêşxistina fûzayên balastî, were dayîn. Ev yek bi armanca parstina itîfaqa nuklerî ya di sala 2015'an de hate imzekirin, pêk tê.

Rojnameya Elmaî Welt am Sonntag li ser zimanê çavkaniyên payabilind ên YE gotin ku di nava çend rojan de dê berpirsyar li Viyena di bin rêveberiya dîplomata bi nav û deng a YE Helga Schmid bicivin. Di civînê de wê gavên ku dê piştî biryara Serokê Amarîka Tramp a vekişîna ji Itîfaqa Nuklerî ya Îranê pêk were.

Rojnameyê her wiha di nivîsa xwe ku vê sibê hate weşandin de destnîşan kir ku Elmaniya, Birîtaniya, Firansa, Rsûiya û Çîn dê beşdarî civînê bibin. DYA dê amade nebin. Heta niha diyar ne bûye ku dê Îranê beşdarî civînê bibe yan na.

Îran di sala derbasbûyî de jî beranberî bangên kêmkirina wê parastina bernameya xwe ya fûzayên balastî kir.

Erebistana Siûdiyê, Îran tewanbar dike ku fûzayên balastî dide hûsiyîn. Hûsiyîn di navbera dem û dem de fûzayan davêjin Erebistana Siûdiyê.

(bx/dc)