ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20.05.2018
20 gulan, 2018   04:00

-  Pêşveçûnên qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

 - Pêngava Duyemên a Berxwedana Serdemê, çalakiyên ku bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê têne lidarxistin, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Şêniyên kantona Kobanê cenazayê şervanekî YPG'ê li Şehîdgeha Dicle oxir dikin. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Rêxistina PYD'ê li bajarê Qamişlo, ji bo Endamê Komîteya Navendî yê YNK'ê Adil Murad merasîmê sersaxiyê li buroya partiyê li dar dixe. Saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- "Efrîn, Şêrewan û Barîn" ne tenê peyv li ser ziman digeriya û derbas bû, lê belê muhara xwe li dîrokê dan. Peyvin ku ji rehma berxwedanê hatin afirandin û şahidiya kêliyên Berxwedana Serdemê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Tura 9'emîn a danûstandinên Astanayê bi dawî dibe û Rûsya niyeta xwe ya ku danûstandinan veguhertina altirnatîfa Cinêvê eşkere dike, li aliyekî din jî peymana sê alî (Rûsya, Tirkiyê û Îran) biryar girtin ku Cebhet El-Nusra (Şaxê El-Qaîde) bixe bin parastina Tirkiyê li Idlibê. Li Filistînê Hêzên Israîlê de di roja "Nekba" komkujiyekê pêk tîne. (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

- Koordînatorê Giştî yê Şepêla Çep a Şoreşger Xiyas Neîsa diyar kir ku danûstandinên Astana 9 armancên xwe xêzkirina herêman e û parkirina wê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de ye. Xiyas got ku şerê li Sûriyê ji şerê bi wekîlan veguherî şerê esîlan e. (BI WÊNE)

JIN

- Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd diyar kir ku Pêngava "Jin ji bo Efrînê serî hildin" bi hemû hêza xwe berdewam dike û got ku pêngav li cîhanê deng veda û bala hemû jinên rojavayî û rojhilatî ber ser berxwedana Efrînê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dê di sala perwerdeyê ya 2018-2019’an de li herêma Cizîrê, di dibistanên amedeyî de dersa Jineolojî bê dayîn. Endama Komîteya Jineolojî Nûpel Ehmed diyar kir ku ew ê jinê û dîroka jinê di temenê biçûk de bi civakê bidin nasandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Buroya Karûbarên Rêxistinan a girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi hevkariya hin rêxistinên mirovahiyê kampa El-Mehmûdlî ya li bakurê bajarê Tebqayê amade dikin da ku koçberên ji herêmên ku rêjîmê serweriya xwe li ser wan ji nû ve ferz kiriye pêşwazî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Minbicê, tevgera li bazan bi hatin meha Remezanê  çalaktir dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA