Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin

Cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îvan Mihemed ê ku di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû, bi merasîmek bi heybet li Şehîdgeha Delîl Saroxan hate oxirkirin.

Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin
Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin
Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin
Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin
Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin
Cenazeyê têkoşer Îvan bi merasîmeke heybet hate definkirin
19 gulan, 2018   18:15

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Qamişlo, cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Îvan Mihemed ê ku 15'ê Gulanê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergertin. Cenaze bi gul û çîçekan û wêneyên şehîd hatibû xemiland.

Piştî wergirtina cenaze girse, bi kerwanekî erebeyan  berî dane Şehîdgeha Delîl Saroxan, di wê navberê de dirûşemeyên "Şehîd namirin" hatin qîrkirin.

Kerwanê cenaze dema gihişt şehîdgehê ji aliyê bi sedan welatiyan hate pêşwazîkirin.

Li şehîdgehê tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG, YPJ'ê û Hêzên Erak Xweparastinê hate lidarxistin.

Hevserokê Desteya Karûbarên Şehîdan a Kantona Cizîrê Mawend Xelo û Fermandarê Hêzên Erka Xweparastinê Feysel Murad axivîn.

Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soz şopandina xeta wan dan.

Di axaftinan de her wiha cangoriypên meha Gulanê hatin bîranîn û berxwedana QSD'ê û Hêzên Erka Xweparastinê hate silavkirin. Her wiha hate gotin ku Berxwedana Efrînê ya li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên  wê bi serbikeve.

Bavê Îvan, Mehmûd Mihmed diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind e û got ku kurê wî ji bo rûmeta gelê xwe canê xwe feda kir.

Wesîqeya şehîd ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zevîn Şêxmûs ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Îvan Mihemed di nava dirûşmeyan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

(bb)

ANHA