Li Amerîka êrîş: Herî kêm 8  kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Texsasê ya Amerîkayê li dibistanekê  ji aliyê kesekî ve êrîşa çekdarî pêk hat. Hata ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne.

Li Amerîka êrîş: Herî kêm 8  kesan jiyana xwe ji dest dan
18 gulan, 2018   18:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Li eyaleta Texsasê, li herêma Galvestonê ya Amerîka li dibistana bi navê Santa FE êrîşeke çekdarî hat kirin. Li gorî medya Amarîka di êrîşê de, herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku êrîşkar hatiye desteserkirin.

Serokê DYA'yê  Donald Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam da: “Agahiyên destpêkê yên di encama êrişa li Teksasê ya bi ser dibistanê de baş xuya nakin. Xwedê me hemûyan biparêze.”