Yekem pêşbirka  Hespên Esîl li Tebqayê hate lidarxistin

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê bi dirûşmeya "Wek ku çawa Tebqa rizgar bû em ê Efrîn jî rizgar bikin" yekem pêşbirika Hespên Esîl lidar xist.

Yekem pêşbirka  Hespên Esîl li Tebqayê hate lidarxistin
Yekem pêşbirka  Hespên Esîl li Tebqayê hate lidarxistin
Yekem pêşbirka  Hespên Esîl li Tebqayê hate lidarxistin
16 gulan, 2018   10:17

TEBQA

Komîteya Ciwan û Werzîşê bi armanca pêşxistina siwarbûna hespan li herêmê pêşbirka Hespên Esîl li nêzî gundê Caber a girêdayî Tebqayê lidar xist.

Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Rewşen Hemê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê, Meclîsa Jinê, Meclîsa Ciwanên Tebqa û hejmarek ji heskiriyên spora siwarbûna hespan beşdarî lidarxistina pêşbirkê bûn.

Pêşbirk bi rêzgirtinê hate destpêkirin. Paşê, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê axivî û tekez kir ku pêwîste hespên esîl werin parastin û baş werin xwedîkirin û hemû hewildan werin kirin da ku ev çand were parastin.

Ji aliyê xwe ve Heverokê Saziya Malbatên Şehîdan a Tebqayê Cûma El-Hesen axivî û diyar kir ku bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan jiyana wan rengîn bû.

Piştî axaftinan pêşbirk di navbera siwarên hespan de destpê kir.

Di dawiyê de Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê xelat li 3 siwarên hespan ku bi serketin belav kir.

(bx)

ANHA