Piştî 7 salan xwendekarên Tebqa ezmûnên dawiya salê çêdikin

Îro saet di 08:00'an de xwendekarên herêma Tebqayê yekem car piştî 7 salan û piştî ku ji bin destên çeteyan hatin rizgarkirin derbasî ezmûnên xwe yên dawî bûn.

Piştî 7 salan xwendekarên Tebqa ezmûnên dawiya salê çêdikin
Piştî 7 salan xwendekarên Tebqa ezmûnên dawiya salê çêdikin
Piştî 7 salan xwendekarên Tebqa ezmûnên dawiya salê çêdikin
Piştî 7 salan xwendekarên Tebqa ezmûnên dawiya salê çêdikin
Piştî 7 salan xwendekarên Tebqa ezmûnên dawiya salê çêdikin
16 gulan, 2018   10:20

TEBQA

Piştî kedeke mezin a Komîteya Perwerdehî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê encama yekemîn tê wergitin.

Tevî hemû asteniyan Komîteya Perwerdehiyê di van 8 mehên borî de piştî ku çeteyên DAIŞ'ê veguhertibûn navendên leşkerî û fabrîkeyên çêkirina mirinê, karibû dibistanên herêmê vegerîne.

Berdevkê dibistanan Umer Muxtar a başûrê bajarê Tebqayê Mihemed Ebdilletîf diyar kir ku asta xwendekaran li gorî destpêka salê gelekî cûda ye û sala bê dê ji îsal baştir be û ev yek jî bi saya keda kadroya perwerde û mamosteyan e.

Hêjayî gotinê ye hejmara dibistanên li herêma Tebqa hatine vekirin nêzî 190 dibisanan e û têde bêtirî1800 mamoste hatine erkdarkirin û bêtirî 50 hezar xwendekar û şagirtan perwerde dikin.

ANHA