Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê kadroyên tenduristiyê yên Efrînê direvînin

Komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê hejmareke endamên kadroya tenduristî yên Efrînê girtin û ber bi cihekî ne diyar ve revandin.

Çeteyên dagirkeriya Tirkiyeyê kadroyên tenduristiyê yên Efrînê direvînin
16 gulan, 2018   10:07

EFRÎN

Destdirêjî û talana çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê li Efrînê li Efrînê hêjî berdewam e. di vê çarçoveyê de hin çavkaniyên taybet ji Ajansa me ANHA'yê re ragihandin ku Serokê Rêxistina Mafên Mirovan li kantona Efrînê parêzer Mihemed Cemîl beriya nêzî du mehan li ser bendeke kontrolê ya hevbeş di navbera çete û istixbarata Tirkiyeyê de girtin û ji wê demê ve ti agahî di derbarê wî de nehatine bidest xistin.

Heman çavkaniyan da ne zanîn ku parêzer Mihemed Cemîl niha di zîndaneke çeteyên tabûra Nûredîn Zenkî ya li bajaroka Eyn Hara ya başûrê bajarê Helebê de ye. Her wiha diyar kirin ku rewşa tenduristî ya Parêzer Cemîl ji ber îşkenceyê di metirsiyê de ye.

Hin çavkaniyan diyar kirin ku çeteyên Ehrar El-Şam Dr. Ebdo Tofan jî ji kilînîka wî revandin û dermansazê bi navê Ciwan Bilal jî ji pêşiya mala wî revandine.

Çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker destdirêjî û talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê hêjî berdewam dikin û heta niha rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî jî li hemberî vê yekê hêjî bêdeng in.

ANHA