ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16.05.2018
16 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêşketinên dawî yên qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrîn û Şehbayê.

*Şopandina şopandina pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêrazorê û sînorê Sûriyê-Iarqê ji çeteyên DAIŞ′ê.

*Bi rizgarkirina gundê Baxozê re, çeteyên DAIŞ′ê ber bi dawiyê ve diçin û şervanên QSD′ê pêşveçûna xwe didomînin da sînorê Sûriye-Iraq û tevahî rojhilatê Firatê ji DAIŞ′ê rizgar bikin. (BI WÊNE)

*Ajokarên bajarê Reqayê ji ber kort û çalan astengiyan dibînin. Komîteya Xizmetê ya Şaredariyê li gorî derfetên heyî riyan sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn dewreyeke leşkerî ya şervanên QSD′ê bi dawî dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Siyasetmedar û rewşenbîrên bajarê Kobanê bal kişandin ser girîngiya lidarxistina kongreya neteweyî ya Kurdistanî da bersiva hemû êrîşên li dijî gelê Kurd bide. 

CIVAK Û JIYAN

*Otostrada di navçeya Eyn Îsayê re derbas dibe, derfetên kar ji bo gelê herêmê peyda dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Cotkar ji bo çandina erdên derdora çemê Belîx banga alîkariyê li aliyên berpirsyar dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Li kampa Tiwêhîne ya gundewarên bakur rojavayê bajarê Tebqayê gelek zarokên koçber ên ku tevî malbatên xwe ji herêmên şer reviyane, hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Kantona Şehbayê navendeke tenduristiyê li gundê Um Hoş ê girêdayî navçeya Ehrezê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

 CIWAN

*Ciwanên navçeya Tirbespiyê ji Yekîtiya Sporê û Şaredariya Gel xwestin ku stadekê li navçeyê ava bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

*Bi armanca pêşxistina rola jinê di civakê de, Mala Jinê bi koordîneya bi Kongreya Star re, komînan jinan li navçeya Eyn Îsayê ava dike. 

CÎHAN

*Mamosteyê Zagona navneteweyî Dr.Ebdulkerîm Şibêr da zanîn ku vekirina balyozxaneya Amerîkî li Qudsê ne gaveke zagonî ye û biryarên konseya ewlehiyê binpê dike. 

DOSYA

*Piştî ku dewleta Israîlê sala 1948′an hat ragihandin, têgeha doza Filistînê wek têgeheke siyasî derket holê. Dewletên Erebî ″Sûriye, Misr, Urdun û Lubnanê ev doz ji bo bazirganiya bi gelê Filistînê bi kar anîn û hemûyan pişta gelê Filistînê berdan.

 ANHA