Li Qamişlo teqîn, 2 kes mirin

Li bajarê Qamişlo nêzî deriyê sînorê erebeyek teqiya, di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Qamişlo teqîn, 2 kes mirin
Li Qamişlo teqîn, 2 kes mirin
16 gulan, 2018   04:48

QAMIŞLO

Şevê din li Qamişlo li nêzî sînorê yê Bakurê Kurdistanê erebeyeke teqiya, li gorî agahiyan ajokarê erebeyê û welatiyeke din jiyana xwe ji dest dan.

Hêzên Asayîşê û polîsên hawarçûnê yekser berê xwe dane cihê teqînê û derdora wê dorpêçkirin. Her wiha lêpirsînê kirin.

Nasnameya qurbaniyan nehatin naskirin.

(bb)

ANHA