Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin

KPC-Demokratîk li Helebê şahiya pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî li dar xist.

Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
Gelê Şêxmeqsûd roja ziman pîroz kirin
15 gulan, 2018   20:36

HELEB

Şahiya pîrozbahiyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin.  

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya KPC-Demorkratîk Medya Elî axivî, bixêrhatina beşdaran kir û Roja Zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir. Medya wiha got, ″Ziman nasnameya civakê ye. Welat bê gel nabe, gel jî bê ziman nabe.″

Di şahiyê de her wiha Endama Rêveberiya Kongreya Star Nehle Mustefa û Endama TEV-DEM′ê Nêrgiz Hesen axivîn û spasiya mamosteyan kirin ku zarokan fêrî zimanê dayîkê dikin. 

Di şahiyê de helbest hatin xwendin. Her wiha komên hunerî yên girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Helebê hunerên xwe pêşkêş kirin.  

Dayîkan jî cil û bergên Kurdî li xwe kirin û nanê sêlê pêşkêşî beşdaran kirin, da çanda Kurdî bi nifşên pêşerojê bidin nasîn.

Di şahiyê de her wiha bawernameyên zimanê Kurdî li xwendekaran hatin belavkirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA