Zarokên Efrînê tevî dagirkeriyê bi zimanê dayîkê dixwînin

Rêveberiya kampa Serdemê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî bi koordîneya bi KPC-Demokratîk a herêma Efrînê re,dibistaneke seretayî ji bo zarokên Efrînê vekir.

Zarokên Efrînê tevî dagirkeriyê bi zimanê dayîkê dixwînin
Zarokên Efrînê tevî dagirkeriyê bi zimanê dayîkê dixwînin
Zarokên Efrînê tevî dagirkeriyê bi zimanê dayîkê dixwînin
15 gulan, 2018   13:59

ŞEHBA

Gelê Kurd li herçar parçeyên Kurdistanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Bi vê boneyê Rêveberiya kampa Serdemê  bi koordîneya bi KPC-Demorkatîk re dibistaneke seretayî ji bo zarokên Efrînê vekir. 

Di merasîma vekirina dibistanê de, bi sedan şêniyên kampê û zarokên wan amade bûn. dibistan ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan ve hat vekirin. Dibistan ji 20 refên pêvajoya seretayî pêk tê. Tê payîn ku dê 250 şagirt li dibistanê perwerdeyê bibînin. 

 Her wiha şêniyên kampên Berxwedan û Serdemê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin û parastina zimanê dayîkê li dijî hemû siyasetên qirkirina çandî yên ku dagirkeriya Tirk dide meşandin, nîçan dan.

Şahiya pîrozbahiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya kampa Serdemê Idrîs Weqas û Seroka KPC-Demorkatîk Zaxo Can Hisên axivî û Cejna Zimanê Kurdî li tevahî şagirtan pîroz kirin. 

Di axaftinan de hat zanîn ku dagirkeriya Tirk nikare zarokên Efrînê ji mafê xwendina bi zimanê dayîkê bêpar bike, ji ber vê yekê dibistan ji zarokên Efrînê re hat vekirin. Her wiha diyar kirin ku ew ê ji cîhanê re îsbat bikin ku wê zarokên Efrînê tevî dagirkeriyê, bi zimanê dayîkê bixwînin. 

Piştre li kampa Berxwedan daxuyaniyek hat dayîn û wiha tê de hat gotin, ″Dagirkeriya Tirk dixwaze çand û zimanê Kurdî ji holê rake. Ji ber vê yekê her dem zarokan ji zimanê dayîkê dûr dixe, lê nikarin bigihêjin armanca xwe.

 Me zimanê Kurdî di şoreşa Rojava de jinûve vejîn kir. Ji destpêka şoreşê de, li Kantona Efrînê xebatên perwerdeya bi zimanê Kurdî hatin meşandin û zimanê Kurdî fermî li dibistanan hat fêrkirin. Niha jî dagirkeriya Tirk li Efrînê siyasetên qirkirina çand û zimanê Kurdî didin meşandin. 

Banga me ji raya giştî re heye ku li hember dagirkeriya Tirk zimanê dayîkê biparêzin.″

Zarokên Efrînê bi vekirina dibistanê kêfxweşiya xwe anîn ziman, piştre zarok li refên dibistanê hat belavkirin. 

(mm)

ANHA