Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan da zanîn ku armanca partiya wan çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi riya danûstandinan û xebatên siyasî. 

Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e
Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e
Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e
Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e
Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e
Qeftan: Armanca me çareserkirina aloziyê bi riya danûstandin e
15 gulan, 2018   13:34

REQA

Îro Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi gelê herêma Keramê ya girêdayî bajarê Reqayê re civiya û Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi wan da nasîn. Di civînê de bi dehan gel û rûspiyên herêmê amade bûn. 

Civîn li dibistana Keramê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Reqayê Ebid Hamid Mihbaş axivî, rewşa dawî ya herêmê nirxand û wiha got, ″Siyaseta guhertina demografiyê ku li Sûriyeyê tê meşandin, xizmeta ajandayên derve dike. Tekane riya çareseriyê danûstandin û xebatên siyasî ye. Piştî ku Bakurê Sûriyeyê ji QSD′ê ve hat rizgarkirin, di warê siyasî de gavên girîng hatin avêtin.″

Armanca me çareserkirina aloziyê bi awayekî aştiyane ye 

Piştre jî Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan axivî û armancên partiyê bi gel da nasîn. Qeftan wiha got, ″Dewletên herêmî destwerdana Sûriyeyê dikin, dixwazin herêmê parçe bikin û gel ji bo xizmeta ajandayên xwe bi kar tînin.″

Qeftan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji bo yekîtiya axa Sûriyeyê xebatên xwe bide meşandin û wiha domand, ″Civînên wekî Astana-9 û Cinêv-8 bê encam bûn û tu çareserî ji bo aloziyê peyda nekirin. Em ê ne bi riya çekê, lê bi riya danûstandinan aloziyê çareser bikin.″

Civîn bi dirûşmeyên yekîtiya gelê Sûriyeyê bi dawî bû. 

(mm)

ANHA