Li Difa El-Xerbiye 79 û li Xezayê 4 Filistînî birîndar bûn

Li bajarên Filistînê yên Difa El-Xerbiye şerekî dijwar qewimî, di encamê de 79 welatiyên Filistînî birîndar bûn. Li Xezayê jî bêdengiyek hebû. Her wiha li gundê Xuzaa yê başûrê Xezayê pevçûn rû da, di encamê de 4 ciwanên Filistînî (di nav de rojnamevanek) birîndar bûn.  

Li Difa El-Xerbiye 79 û li Xezayê 4 Filistînî birîndar bûn
15 gulan, 2018   14:08

XEZA

Çavkaniyên ji Filistînê ragihandin ku hêzên Îsraîlê çalakiyên li bajarên Filistînê yên Difa El-Xerbiye rabûn asteng kirin. Di encamê de li bajarê Qelqîle û gundê Dêr Ebû Mişel ên rojavayê bajarê Remellah, gundê Nelên û bajarê Beyt Lehim şerekî dijwar rû da. Di şer de 79 welatiyên Filistînî birîndar bûn. 

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku îro li herêma Xezayê bêdengiyek heye û destnîşan kir ku li başûrê herêmê pevçûn derket, di encamê de 4 ciwanên Filistînî (di nav de rojnamevanek) birîndar bûn. 

(mm)

ANHA