′Zimanê Kurdî nasname û çanda civakê ye′

Gelê Kurd di roja 15'ê Gulanê de roja Zimanê Kurdî pîroz dikin. Ev roj ji wan re weke nasname û çanda Kurdî ye. Ev roj pişt çend salan ku zimanê Kurdî dihat helandin, hate diyarkirin. Zimanê Kurdî rênesans ji hemû aliyan de dijî.

′Zimanê Kurdî nasname û çanda civakê ye′
′Zimanê Kurdî nasname û çanda civakê ye′
15 gulan, 2018   08:33

HÊZA HESEN / KOBANÊ

Gelê Kurd ji sala 2006'an ve roja 15'ê Gulanê weke roja zimanê Kurdî bi nav dikin û pîroz dikin.

Pitşî gelek salan ji zor û zehmetiyên ku zimanê Kurdî têre derbas bûye. Di roja me ya îro de de zimanê Kurdî ji hemû aliyan ve rênesans dijî. Wêjeyên vî zimanî bi zêdebûna saziyên ku wê vejîn bikin belav dibe û pêş dikeve.  

Yek ji rêveberên saziya Zimanê Kurdî ya bajarê Kobanê Mezlûm Cemo got ku ji destpêka şoreşa Rojava ve wan destek da ku zimanê Kurdî pêş bikeve. Gelek dibistan, peymangeh û zaningehên zimanê Kurdî hatin vekirin. Bi hezaran xwendekar dest bi xwendina Kurî kirin.

Zimanê Kurdî li Rojhilata Navîn yek ji zimanên herî kevintrîn e. Ew dergûşa şaristaniyên mirovahî ye. Zimanê Kurdî ne tenê kevintirîn ziman e lê belê yê herî dewlemend e. Tevî hemû hewldanên helandina zimanê Kurdî lê belê hebûna xwe heta roja me ya îro bi xurtayî parast. 

Mezlûm Cemo got ku ziman nasnameya gelan e û wiha anî ziman: "Zimanê Kurdî nasname û çanda gelan e. ji ber vê yekê avakirina nifşên nû bi zimanê dayîkê vê girêdayî ye."

Mezlûm Cemo diyar kir ku zimanê Kurdî di hemû aliyan de pêşketinên mezin ava kir û di dibistanên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Rojava – Bakurê Sûriyê de bûye zimanê sereke.

(bx)

ANHA