Piştî rizgarkirinê, sala perwerdeyê çawa derbas bû

Sala xwendinê ya 2017-2018′an li herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyeyê serkeftî derbas bû. 

Piştî rizgarkirinê, sala perwerdeyê çawa derbas bû
Piştî rizgarkirinê, sala perwerdeyê çawa derbas bû
15 gulan, 2018   08:01

SEMÎRA DAWÛD / GIRÊ SPÎ

Di 40 salên desthilatdariya rêjîma Baas de tevahî gelên Sûriyeyê metiryalên xwendinê yên ku xizmeta hikûmetê dikin dihatin xwendin. Di dema dagirkeriya DAIŞ′ê de dibistan veguherîn navendên leşkerî û zarokan ji bilî pênûsê çek hilgirtin.

Navçeya Eyn Îsa ya Kantona Girê spî ya herêma Firatê 23′yê Hezîrana sala 2015′an ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê dibistan jinûve hatin vekirin, metiryalên ji aliyê KPC-Demokratîk ve hatin amadekirin hatin xwendin û her pêkhateyekê bi zimanê dayîkê perwerde dît. Bi vê yekê hezkirina zarokan ji xwendinê re zêde bû. 

Sala perwerdeyê ya 2017-2018′an çawa derbas bû?

Navçeya Eyn Îsa ku ji rêjîma Baas û komên çete hat rizgarkirin, di milê perwerdeyê de jî azad bû û gavên serkeftî avêtin. Piştî 4 salan zarokên Eyn Îsayê jinûve vegeriyan dibistanên xwe. Di sala xwendinê ya 2017-2018′an de 123 dibistan hatin vekirin û zêdeyî 16 hezar şagirt lê hatin pêşwazîkirin. 

Endamê Rêveberiya navenda perwerdeyê ya navçeya Eyn Îsa Henan Zahir got ku pêwîste her pêkhateyekî herêmê yên Ereb, Kurd, Aşûr û Suryan bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibînin û wiha domand, ″Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafê her gelekî ye. Divê şargirt zimanê xwe û zimanê gelên din ên herêmê jî fêr bibin.″

Derbarê metiryalên nû yên li navçeyê hatin xwendin jî Henan wiha axivî, ″Em hewl didin bi riya metiryalên nû yên ji aliyê KPC-Demokratîk ve hatine amadekirin, mejiyê zarokan ji fikirê yek ziman, yek reng û paşguhkirina gelên din ên di metiryalên rêjîma Baas de esas dihatin girtin, azad bibe.″  

Midûrê dibistana amadeyî ya Umer Bin Xetab, Mihemed Elawî rewşa xwendinê ya sala 2017-2018′an wiha vegot, ″Niha li dibistanên navçeyê metiryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê tên xwendin. Ev metiryal bi rêbazên pêşketî û li gorî temenên zarokan hatine amadekirin da bi hêsanî bikaribin têbigihêjin. Mînak di pirtûkên refa yekem de rengên cûda cûda hatine bikaranîn da şagirt ji pirtûkên xwe hez bikin.″

Mihemed destnîşan kir ku tevî hewldanên hin aliyên ên astengkirina xebatên perwerdeyê, sala perwerdeyê ya 2017-2018′an pir bi awayekî serkeftî derbas bû û bi sedan şagirt hatin pêşwazîkirin. 

Mihemed destnîşan kir ku li şûna mertiryala netew a rêjîma Baas, mertiryala exlaq hat zêdekirin, li şûna metiryala dîrok jî metiryala dîroka nû hat zêdekirin. Her wiha diyar kir ku metiryalên din jî li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatine hunandin. 

(mm)

ANHA