Li Başûr çalakiyeke bi bandor a sûîkastê: 4 kuştî

Gerîlayên HPG’ê çalakiyeke bi bandor a sûîkastê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ku li girê Lêlkanê ya Başûrê Kurdistanê bih cih bûne pêk anî. Di encama çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Li Başûr çalakiyeke bi bandor a sûîkastê: 4 kuştî
15 gulan, 2018   08:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên herêmî duh di derdora saet 14.00’ê piştî nîvro de gerîlayên HPG’ê çalakiyeke bibandor a sûîkastê li dijî artêşa Tirk a li Girê Lêlkanê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûne pêk anî.

Li gorî agahiyên destpêkê di encama çalakiya gerîlayan de 4 leşker hatine kuştin, 5 jî birîndarin.

Artêşa Tirk ji bo cenaze û birîndarên xwe bigire şevê din di saet 12.00’an de helîkopter, Skorsky bi hemahengiya balafira keşfê şandiye Lêlkanê. Hate gotin ku helîkopterê nêzî saetekî derdora xwe reşandiye.

HPG’ê heya niha di vê der barê de daxuyaniyeke fermî ne daye.

Lêlkan ser bi parêzgeha Hewlêrê ye.