Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 3′yemîn de didome

Yekemîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya dibistanan li Kantona Qamişlo di roja sêyemîn de didome. Îro hunerên stran, dîlan, helbest û sporê hatin pêşkêşkirin.  

Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 3′yemîn de didome
Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 3′yemîn de didome
Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 3′yemîn de didome
Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 3′yemîn de didome
Mihrîcana Çand û Hunerê di roja 3′yemîn de didome
13 gulan, 2018   15:14

QAMIŞLO

Roja sêyemîn a mihrîcanê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre Endama Rêveberiya dibistanên Kantona Qamişlo û Endama KPC-Demokratîk Şehnaz Siwar axivî, mihrîcan li zarokên Bakurê Sûriyê pîroz kirin û diyarî zarokên Efrînê yên ji ber dagirkeriya Tirk ji mafê xwendinê bêpa man, kirin. Şehnaz diyar kir ku armanaca ji vê mihrîcanê ew e ku moralên zarokan bilind bibe û hêviyên wan geş bibin. 

Piştre komên hunerî şano, stran, helbest, dîlan û tîmên sporê jî lîstokên cûda pêşkêş kirin. Di şanoyên hatî pêşkêşkirin de bal hat kişandin ser êrîşên dagirkeriya Tirk li dijî bajarê Efrînê (taybet zarokan). Her wiha di şanoyan de rêbazên şaş ên dersdayînê hatin rexnekirin. 

Koma Girkê Legê jî şanoyek li ser çawaniya danûstandina bi welatiyên astengdar re, da bikaribin jiyana bi awayekî normal bijîn.  

Dê mihrîcan sibe bi xelatkirina komên serkeftî bi dawî bibe.

(mm)

ANHA