Qeftan: Em ê bi riya têkîliyên herêmî û cîhanî sînorê Sûriyê biparêzin

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan diyar kir ku ew ê ji bo parastina sînorê Sûriyeyê û çareserkirina aloziyê têkîliyên bi dewletên cîran re xurt bikin.

Qeftan: Em ê bi riya têkîliyên herêmî û cîhanî sînorê Sûriyê biparêzin
Qeftan: Em ê bi riya têkîliyên herêmî û cîhanî sînorê Sûriyê biparêzin
Qeftan: Em ê bi riya têkîliyên herêmî û cîhanî sînorê Sûriyê biparêzin
13 gulan, 2018   14:48

QAMIŞLO

Partiya Sûriyeya Pêşerojê li salona Zana ya bajarê Qamişlo civînek ji gelê Qamişlo re li dar xist. Civîn di bin dirûşmeya ″Sûriyeya demokratîk, pireng û nenavendî″ de hat lidarxistin. Di civînê de rewşa dawî ya herêmê hat nirxandin û armancên partiyê hatin şîrovekirin. 

Di destpêka civînê de Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan armanca ji avakirina partiyê wiha vegot, ″Armanca me parastina herêmê, yekîtiya axa Sûriyeyê, rizgarkirina axa Sûriyê ji dagirkeriyê û çareserkirina aloziya Sûriyê bi riya danûstandinên bi aliyên hundir û derveyî Sûriyê re.″ 

Qeftan mijara têkîliyên bi dewletên herêmî û cîhanî re wiha vegot, ″Em hewl didin bi dewletên cîran wek Iraq û Tirkiyeyê re bikevin têkîliyê da sînorê Sûriyeyê were parastin, aloziya Sûriyeyê çareser bibe û koçber vegerin malên xwe.″

Di dawiya axaftina xwe de Qeftan got ku ew bi hemû keda xwe ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, pireng û ne navendî dixebitin.   

(mm)

ANHA