Partî û rêxistinên Iraqê encama hilbijartinan qebûl nakin

Civîna 6 partiyan a li bajarê Silêmanî bi dawî bû û piştî civînê her şeş aliyan diyar kir ku ew encamên hilbijartinê yên derketine qebûl nakin.

Partî û rêxistinên Iraqê encama hilbijartinan qebûl nakin
13 gulan, 2018   14:08

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li baregeha Heypeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê ya bajarê Silêmanî Yekgirtûya Îslamî, Komeleya Îslamî, Tevgera Goran, Hevpeyman, Tevgera Îslamî û Hizba Komunîst kom bûn. Piştî civînê daxuyaniyek hevbeş dan çapemeniyê.

Têkildarî naveroka civînê serokê lîsteya Yekgirtûya Îslamî li Silêmanî Musena Emîn daxuyaniya ser navê her 6 aliyan hatî amadekirin xwend û wiha hate gotin; “Li Herêma Kurdistanê û li Kerkûkê jî sextekarî hate kirin. Belge li berdestê me heye ka çewan desthilatê bi şêweyek qirêj sextekarî kiriye. Emê ti carî qebûl nekin ku îradeya gelê Kurdistanê biçûk bê xistin.

Ger ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê guhdarî daxwazên me nekir, emê gavên tundtir bavêjin. Gavên weke rawestandina peywendiyên dîplomasî û daketina qadan.

Ji bo lêkolînkirina encamên hilbijartinê emê şandekê bişînine Bexda.”

Piştre serokê lîsteya Goran li parêzgeha Silêmanî Yusif Mihemed jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got; “Em encamên giştî yên hilbijartinê red dikin.”