Salvegera rizgarkirina mezraya Reşîd hat pîrozkirin

Şêniyên mezraya Reşîd a girêdayî bajarê Reqayê salvegera rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ′ê pîroz kirin.

Salvegera rizgarkirina mezraya Reşîd hat pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina mezraya Reşîd hat pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina mezraya Reşîd hat pîrozkirin
Salvegera rizgarkirina mezraya Reşîd hat pîrozkirin
13 gulan, 2018   13:48

REQA

Şervanên QSD′ê 16′ê Gulana sala 2017′an di çarçoveya Operasyona Xezeba Firatê de, mezraya Reşîd rizgar kirin. Şêniyên herêmê li hev civiyan û salvegera rizgarkirinê pîroz kirin. 

Di civînê de bi sedan welatiyên herêmê, rûspiyên êlên Reqayê, Hevserokê Komîteya Têkîliyên Leşkerî yên giştî şêx Ayid Berekat û şervanên QSD′ê amade bûn. 

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir.Piştre Fermandarê QSD′ê Çiya Zagros, Hevseroka Meclîsa mezraya Reşîd, Nesrîn Mihemed, Endama Mala Jinê Fatma Hisên, Endamê Komîteya Têkîliyên Leşkerî Şêx Ayid Berekat û bi navê Meclîsa Sporê ya Reqayê Mûsa Mihemed amade bûn. 

Axêveran salvegera rizgarkirina mezraya Reşîd pîroz kirin û da zanîn ku bi saya berxwedana QSD′ê gelê Reqayê dîktatoriyê azad bûn. Her wiha bang li gelê Reqayê kirin ku li hember êrîşên çeteyan yekîtiya xwe xurt bikin.

Civîn bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û ″Bijî berxwedana QSD′ê″ bi dawî bû. 

(mm)

ANHA