Şervanên QSD′ê gihîştin gundê Baxozê

Şervanên QSD′ê di çarçoveya pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de, gihîştin gundê Baxozê yê dikeve ser çemê Firatê û nêzî navçeya Hecîn bûn.

Şervanên QSD′ê gihîştin gundê Baxozê
13 gulan, 2018   13:32

DÊRAZOR

Şervanên QSD′ê îro derbasî gundê Baxozê yê dikeve rojhilatê çemê Firatê bûn û hemû herêmên rojhilatê çemê Firatê yên di destê DAIŞ′ê de dorpêç kirin. gundê Baxozê xwedî girîngiyeke stratejîk e û riya sereke ya gihandina navçeya Hecîn (barageha dawî ya DAIŞ′ê li ser sînorê Sûriye-Iraqê û rojhilatê Firatê) e.

QSD′ê bi koordîneya bi artêşa Iraqê û koalisyona navneteweyî re, 1′ê Gulanê dest bi pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina tevahî rojhilatê çemê Firatê û sînorê Sûriye-Iraqê ji çeteyên DAIŞ′ê kirin.

(mm)

ANHA