YNK: PDK beşdarî hilbijartinên Kerkûk nebû, encamê jî red dike

Der barê encamên ne fermî yên hilbijartinê de YNK’ê diyar kir ku ew girêdayî biryara komisyonê ne û ji bo Kerkûkê jî got; “PDK li Kerkûk tevlî hilbijartinê nebû, lê encamê red dike.”

YNK: PDK beşdarî hilbijartinên Kerkûk nebû, encamê jî red dike
13 gulan, 2018   13:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Şêwirmendê yasayî yê YNK’ê li malbenda YNK’ê ya bajarê Silêmanî Simko Eshed îro der barê bidawîbûna proseya hilbijartinê û encamên ne fermî de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Simko Eshed diyar kir ku îdiayên sextekariyê hene û serlêdanên gilîkirinê jî hatine kirin, ji bo van jî belge pêwîstin û divê komisyon biryar li ser bide.

Der barê îdiayên YNK’ê bi kirina sextekariyê tewanbar dikin jî, Simko Eshed wiha got; “Ev mijarek yasayî ye. Ger em sûcdarin, wê demê em çewan dikarin li Silêmanî destkarî bikin û li bajarên din destkarî nekin. PDK bi xwe tevlî hilbijartinên Kerkûk nebûye û encamên heyî jî red dike.”

Simko Eshed diyar kir ku YNK girêdayî hemû biryarên komisyon li ser hilbijartinê bide ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ji aliyê YNK’ê ve ti rewşekî karanîna hêzê çênebûye. Em li ser parastina aramiyê  fikirîn. Her wiha ji bo parastina aramiya Silêmanî û Kurdistanê jî heman şêwe.″