Li Endonezyayê êrîşên bombeyê: 2 kes mirin, 13 jî birîndar bûn

Li bajarê Sûrabaya yê Endonezyayê, li sê nuqteyan teqîn bû. 2 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn.

Li Endonezyayê êrîşên bombeyê: 2 kes mirin, 13 jî birîndar bûn
13 gulan, 2018   09:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Cava ya Rojhilat a Endonezyayê, li bajarê Sûrabaya ku duyemîn bajarê herî mezin ê welêt e, saet 08:30'î 3 êrîşên bombeyî li sê dêran hatin kirin.

Hate ragihandin ku 2 kes ji ber êrîşan mirine, 13 kes jî birîndar bûne.

Polîsên herêmê gotin, bombe di heman kêliyê de hatine teqandin, lê li ser bûyerê daxuyaniyeke berfireh nedan.