Cenazeyê welatiyekî Êzidî li Efrînê hat dîtin

Şêniyên gundê Qîbarê yê Kantona Efrînê cenazeyê welatiyê bi navê Umer Memo piştî 3 rojan ku têkîlî jê qut bûn, dîtin.

Cenazeyê welatiyekî Êzidî li Efrînê hat dîtin
12 gulan, 2018   14:18

EFRÎN

Çavkaniyekê ji gundê Qîbarê yê girêdayî bajarê Efrînê cenazeyê welatiyê Êzidî yê bi navê Umer Memo (Ebû Henan) piştî 3 rojan ku têkîlî jê qut bûn, dîtin.

Li ser laşê Umer şopên guleyan hatin dîtin. 

Şêniyan diyar kirin ku ji ber Umer destûr nedida ku çeteyên artêşa Tirk mala wî bidizin. 

Umer ji pêkhateya Êzidî ye û şêniyê gundê Qîbarê ye. 

Artêşa Tirk a dagirker bi sedan welatiyên Kantona Efrînê revandin û hê çarenûsa wan nediyar e. 

(mm)

ANHA