Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin

Meclîsa malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê merasîmeke xiyabî ji bo şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Asya Mustefda (Darîn Deniz) ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye, li dar xist. 

Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin
Merasîma xiyabî ji bo şehîd Darîn Deniz hat lidarxistin
12 gulan, 2018   14:26

MINBIC

Merasîma xiyabî bi beşdariya şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Babê Cemal Ebû Cuma, endamên saziyên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan û bi sedan gelê Minbicê, hêzên Erka Xweparastinê, Meclîsa Ciwananên Minbicê û Yekîtiya Jina Ciwan amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatma Deba, Hevseroka Komîteya Parastinê ya girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nofa Silêman û bi navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê Elî Cemîlî axivîn. 

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û da zanîn ku gelên Bakurê Sûriyê aşiqên azadî û aştiyê ne. Di berdewama axaftinan de hat diyarkirin ku jinê li hember êrîşên dijmin canê xwe feda kiriye û axa welatê xwe parastiye.   

Di dawiya axaftinan de soza şopandina riya şehîdan û domandina berxwedanê hat dayîn. 

Piştre nasnameya şehîd Asya Mustefa hat xwendin û radestî malbata wê hat kirin.  

Merasîma xiyabî bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA