Ji ber mayînên DAIŞ′ê 3 welatiyên Reqayê şehîd bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê ragihand ku di encama teqîna mayînên ku DAIŞ′ê li herêmê çandî de, 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. 

Ji ber mayînên DAIŞ′ê 3 welatiyên Reqayê şehîd bûn
12 gulan, 2018   14:01

REQA

Derbarê mijarê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê daxuyaniyek da. 

Daxuyanî wiha ye:

″12′ê Gulanê li avahiyeke rûxiyayî ya bajarê Reqayê mayînên ku DAIŞ′ê li wir çandibûn, teqiyan. Di encamê de 3 welatiyên ku bermahiyên şer paqij dikirin, şehîd bûn. hejmarek welatî jî birîndar bûn. 

Em sersaxiyê ji malbatên şeîhdan re dixwazin û soza şopandina riya şehîdan didin.″

(mm)

ANHA