Qeftan: Armanca partiyê avakirina Sûriyeke demokratîk e

Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan da zanîn ku armanca ji avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê ew e ku Sûriyeke azad, demokratîk ku tevahî gelê Sûriyeyê bigire nav xwe ava bikin. 

Qeftan: Armanca partiyê avakirina Sûriyeke demokratîk e
12 gulan, 2018   13:53

HESEKÊ 

Di çarçoveya rêzecivînên danasîna Partiya Sûriyeya Pêşerojê, îro civînek ji gelê Kantona Hesekê re hat lidarxistin. Di civînê de bi sedan welatî û Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştr Ibrahîm Qeftan axivî, prensîbên bingehîn ên partiyê şîrove kirin û wiha got, ″Li Sûriyeyê gelek pêkhate dijîn û ji bo azadiyê têdikoşin. Lê rêjîma Baas daxwaza gel a azadiyê veguherand şerekî herêmî û navneteweyî.″

Qeftan da zanîn ku di aloziya Sûriyeyê de gelek dewletan hewl dan destwerdana karûbarên Sûriyeyê bikin û berjewendiyên xwe pêk bînin, her wiha diyar kir ku dagirkirina Efrînê encama van planan e.

Qeftan armancên partiyê wiha vegotin, ″Armanca avakirina partiyê ew e ku aloziya Sûriyeyê were çareserkirin. Her wiha dê ji bo xizmeta gelê Sûriyeyê têkîliyên bi dewletên derve û hemû partiyan re werin xurtkirin. Armanca me ne parçebûne, lê avakirina Sûriyeke azad û demokratîk e.″

Qeftan destnîşan kir ku vê Partiya Sûriyeya Pêşerojê dengê tevahî gelê Sûriyê ve û hemû partiyan bigire nav xwe. 

Piştre, beşdaran derbarê destekdayîna hevpeymana navneteweyî ji partiyê re, her wiha têkîliyên di navbera partiyê û opozisyona Sûrî de nîqaş kirin.

Qeftan anî ziman ku ew ê civînên xwe bidomînin û partiyê bi gel bidin nasîn.  

(mm)

ANHA