Li Şedadê firinek hate vekirin

Komîteya Kopratîfan li gundê El-Etala yê girêdayî navçeya Şedadê firina El-Erîşa vekir.

Li Şedadê firinek hate vekirin
Li Şedadê firinek hate vekirin
10 gulan, 2018   14:03

HESEKÊ

Komîteya Kopratîfan ji ber kêmbûna miqdarê nan ê ku ji şêniyên navçeya El-Erîşa û gundewarên wê re hatiye veqetandin, firina El-Erêşa bi merasîmekê vekir.

Gundê El-Erîşa 10 km dikeve bakurê navçeya Şedadê. 

Merasîma vekirina firinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê deriyê firinê ji aliyê dayîka şehîd Elî Besam ve hate vekirin. Di meraîmê de bi navê Komîteya Kopratîfan a bajarê Hesekê, Meclîsa navçeya  El-Erîşa û Kongreya Star axaftin hatin kirin û vekirina firneyê li hemû şêniyan hate pîrozkirin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku projeyên bi vî awayî ji bo xizmeta şêniyan girîng in.

Her wiha Endamê Komîteya Kopratîfan Semîr Sadiq axivî û diyar kir ku rojane 4 ton nan têne amadekirin û li 2 hezar û 500 malbatî tên belavkirin. 

Ji aliyê xwe ve şêniyan spasiya Komîteya Kopratîfan kir ku firin ji wan re vekirin.

(bx)

ANHA