Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir

Şahiya pîrozbahiya salvegera yekem a rizgarkirina  bajarê Tebqayê dest pê kir.

Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
Şahiya pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Tebqayê dest pê kir
10 gulan, 2018   13:43

TEBQA

Şahiya pîrozbahiyê di bin dirûşmeya ″Çawa me Tebqa rizgar kir, em ê Efrîna delal jî rizgar bikin″ de hat lidarxistin. Di şahiyê de bi hezaran gelê Tebqayê, Fermandara QSD′ê Rojda Felat, Serokê Partiya Sûriyeya Pêşerojê Ibrahîm Qeftan, Serokê Desteya Rêveber a herêma Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokên Meclîsa Rêveber a Tebqayê Hind Elî û Şiyar Mihemed û hevserokên Meclîsa Zagonsaz a herêmê Rewşen Hemê û Hamid Ferec amade bûn. 

Tê payîn ku dê di şahiyê li ser navê MSD′ê, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, QSD′ê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn axaftin bêne kirin. 

Şahî ji aliyê Hêzên Ewlehiya Hundirîn, QSD′ê û Hêzên Antî-Teror ve tê parastin. 

Bajarê Tebqayê 10′ê Gulana sala 2017′an ji aliyê QSD′ê ve hat rizgarkirin.  

(mm)

ANHA