Bagera Cizîrê: 5 berpirsyarên bilind ên DAIŞ’ê hatin girtin

Di roja dehan a Pêngava dawî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de ya li Dêra Zorê dabû destpêkirin dom dike, hat ragihandin ku 5 berpirsyarên payebilind ên DAIŞ’ê hatine girtin.

Bagera Cizîrê: 5 berpirsyarên bilind ên DAIŞ’ê hatin girtin
10 gulan, 2018   14:59

NAVENDA NÛÇEYAN  

Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya di Pêşengtiya DYA’yê de Riyan Dîllon, di daxuyaniya dayî de ragihand ku di encama operasyona QSD û artêşa Iraqê de 5 berpirsyarên bilind ên DAIŞ’ê bisaxî girtine.

Hate diyarkirin ku çeteyên hatine girtin berpirsyarên Dêra Zorê ne, hate gotin ku 4 Iraqî û 1 jî Sûrî ye.

Dîllon destnîşan kir ku bi operasyoneke taybet a hêzên QSD’ê û artêşa Iraqê berpirsyarên çeteyan hatine girtin.

Dîllon wiha got: “ Girtina wan tê wateya derbekî xurt li DAIŞ’ê hatiye dayîn û ev yek dide nîşanda ku koordînasyona têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya di navbera Hêzên QSD’ê û artêşa Iraqê de çiqas berfireh e.”

Pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê 1’ê Gulanê destpê kiribû. Bi vê pêngavê hewl tê dayîn ku rojhilatê Dêra Zorê û sînorê Iraqê bi temamî ji DAIŞ′ê bê paqijkirin. Şervanên QSD’ê ji 1’ê Gulanê ve derdora 20 km bi pêş ve çûne.