Mezintirîn parka Reqayê tê amadekirin

Komîtaya Xwezayê û Parkan dest bi xebatên paqijkirina navberiyan û Parka El-Beydai ya Reqayê ku mezintirîn parkên bajar re kirine.

Mezintirîn parka Reqayê tê amadekirin
10 gulan, 2018   13:08

BASIL EL-EBDELA-EMÎNA EL-ELÎ/REQA

Çeteyên DAIŞ'ê dema herêm dagirkirin,herêm wêran kirin û binesaziya wê talan kirin. Li hemû taxên Reqayê xirabî û wêranî pêk anîn. Ji cihên ku çeteyan wêran kirin, parkên bajar  bûn.

Komîteya Xweza û Parkan a Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo parkan careke din vegerîna xizmeta welatiyan dest bi kar û xebatan kiriye. Komîteyê dest bi paqijkirina parka El-Beydai ku mezintirîn parkên bajar e kir.

Komîte darên berê dikusixîne û darên nû jî datîne.Di heman demê de kêmasiyên ku heyî jî radike, bi sîtêra heyî jî daran av didin. Her wiha hejmara karkerên di xebatên paqijkirinê de kar dikin jî kêm in, niha 12 karker dixebitin.

Endamê Komîteyê Mîzer El-Ehmed da zannîn ku ew bi hemû hêza xwe hewl didin ku rewşa bajarê Reqayê û xweşikbûna wî careke din vegerîn in û got ku tevî derfetên kêm ew bi hemû hêza xwe kar dikin.

El-Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî got ku ew ê xebatên xwe yên amadekirina parkan bidomîn in.

(dc)

ANHA