QSD′ê herêmên me diparêze, pêdivî bi hêzên biyanî nîne

Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê û rûspiyê êla Weheb a herêma Tebqayê dane zanîn ku QSD′ê herêmên rizgarkirî diparêze û pêdivî nîne ku hêzên leşkerî yên Ereb li herêmê bêne bicihkirin. 

QSD′ê herêmên me diparêze, pêdivî bi hêzên biyanî nîne
10 gulan, 2018   04:25

EDÎ EHMED-XANDÎ ELO/TEBQA

Endamê Dîwana Partiya Sûriyeya Pêşerojê-şaxê Tebqayê Ehmed Xelef û yek ji rûspiyên êla Weheb a Ereb a herêma Tebqayê Cemal Nihêtir ji ANHA′yê re axivî û da zanîn ku pêdivî nîne ku hêzên leşkerî yên Erebî li herêma Tebqayê bêne bicihkirin ji ber ku herêm di bin parastina QSD′ê de ye.

Ehmed Xelef diyar kir ku li herêmê pêdivî bi avakirina projeyên aborî heye û wiha domand, ″Di dema dawî de li nava civakê tê gotin ku dê hêzên leşkerî yên Ereb derbasî herêmê bibin û li şûna hêzên koalisyona navneteweyî li herêmê bi cih bibin. Lê li herêmê pêdivî bi van hêzan nîne ji ber herêm di bin parastina hêzên QSD′ê de ye.″ 

Xelef destnîşan kir ku ji ber rewşa şer binesaziya herêmê hat rûxandin û diyar kir ku pêdivî bi avakirina projeyên aborî heye da herêm jinûve bê avakirin. 

Rûspiyê êla Weheb a Tebqayê Cemal Nihêter jî got ku ew dikarin herêma xwe li hember êrîşên dijimin biparêzin û pêdivî nîne ku hêzên biyanî li herêmê bi cih bibin ji ber QSD′ê herêm ji terorê rizgar kir û dikare biparêze. 

(mm)

ANHA