ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.05.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10.05.2018
10 gulan, 2018   04:00

*Şopandina Pêngava Bagera Cizîrê ya jinûve dest pê kir.

*Êzidiyên Tirbespiyê hêvî kirin ku hilbijartinên Iraqê bibe derfet ku komployên li dijî gelê Êzidî bi dawî bibin. Her wiha bang li gelê Başûrê Kurdistanê û Şengalê kirin ku dengê xwe bikin yek. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hunermendên Efrînê yên li Kantona Şehbayê bi cih dibin, revandina hunermend Aslan Can ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve şermezar kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

*Jina Tebqawî li hember hemû hovîtiya DAIŞ′ê li ber xwe da  û serî netewand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Şehbayê yên dagirkirî (taybet li Babê û gundewarên wê) siyasetên dimeşîne. Bêdengiya dewleta Tirk a li hember şerê diqewime, armanca Tirkiyeyê ya guhertina demografiya Efrînê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

*Endamê Partiya Sûriyeya Pêşerojê û rûspiyê êla Weheb a herêma Tebqayê dane zanîn ku QSD′ê herêmên rizgarkirî diparêze û pêdivî nîne ku hêzên leşkerî yên Ereb li herêmê bêne bicihkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN 

*Ji bo çareserkirina pirsgirêka pêwendiyan, komîteya telefonan a girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê toreya telefonan sererast dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hezkirina Mihemed  a ji welat re hişt ku di rewşa şer de li ber xwe bide û welatê xwe terk neke. Mihemed ji bo ku êşa xwe kêm bike, di nava rûxandinan de baxçeyekî biçûk çandiye û dema xwe xizmeta gulan û sebzeyan derbas dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Piştî ku navenda tenduristiyê û dermanxane hatin vekirin, rewşa tenduristiyê li navçeya Şedadê baş dibe.  

 CÎHAN

*Akademîsyen û lêkolînerê karûbarên Filistînê Fadî Nesar da zanîn ku Tevgera Hemas ji dema hatî avakirin, hemû encamên meclîsa niştîmanî red dike. 

ANHA