Hêvî Mustefa: Vegera li Efrînê, xetereyeke mezin li ser jiyana gel ava dike

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa bi jinên Efrînê re civiya û derbarê xetereya vegera gel a li Efrînê ji gel nirxandin kir.

Hêvî Mustefa: Vegera li Efrînê, xetereyeke mezin li ser jiyana gel ava dike
9 gulan, 2018   19:52

ŞEHBA

Kongreya Star li gundê Babins ên girêdayî navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê jinên Efrînê re civiyan. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre bal hat kişandin ser berxwedana gelê Efrînê ya li dijî dagirkeriya Tirk. 

Di berdewama civînê de Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê Hêvî Mustefa axivî û da zanîn ku dê Berxwedana Serdemê di rûpelên dîrokê de were nivîsandin û wiha got, ″Gelê Efrînê ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku ji malên xwe derkevin. Lê ev nayê wateya radestbûyînê, em berxwedana xwe didomînin û berxwedana YPG/YPJ′ê jî li Efrînê didome. Divê gelê di wê baweriyê de be ku wê Efrîn azad bibe.″

Hêvî destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin bi riya îdîayên ku belav dikin, vîna gelê Efrînê bişikînin û di vê çarçoveyê de rojane kiryarên kuştin, revandin, tecawizkirin û îşkenceyê didin meşandin. Hêvî da zanîn ku vegera gel a Efrînê di vê rewşê de xetereyeke mezin li ser jiyana xwe ava dike. 

Civîn bi dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″ bi dawî bû.

(mm)

ANHA