2 km man ku şervanên QSD′ê bigihêjin çemê Firatê

Şervanên QSD′ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de li ser sînorê Sûriye-Iraqê kîlomtereyeke din pêşve çûn û 2 km man ku şervan bigihêjin çemê firatê.

2 km man ku şervanên QSD′ê bigihêjin çemê Firatê
9 gulan, 2018   19:10

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 9′an de bi hemû hêza xwe didome. Şervanên QSD′ê îro  kîlometreyeke din pêşve çûn. Li vê herêmê şervanan hejmarek mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandine, bêbandor kirin. 

Bi vî awayî tenê 2 km dimînin ku şervan bighêjin gundê Baxoz ê dikeve ser ava çemê Firatê.

Ji destpêka pêvajoya dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de û heta niha, şervanên QSD′ê 21 km li ser sînorê Sûriye-Iraqê pêş ketine.

(mm)

ANHA