Di êrîşa Şamê de 9 alîgirên rêjîmê hatin kuştin

Di topbarana li ser herêma Kiswê ya gundewarên Şamê ku duh di saetên êvarê pêk hat hat de 9 çekdarên alîgirên rêjîmê hatin kuştin.

Di êrîşa Şamê de 9 alîgirên rêjîmê hatin kuştin
9 gulan, 2018   06:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di saetên êvarê de noqteyek rêjîmê li nêzî Kiswê ya paytext Sûriyê Şamê hate topbrankirin. Çapemeniya rêjîma Sûriyê derbarê bûyerê de got ku hêzên parastinê yên Artêşa Sûriyê 2 fûzayên Îsraîlê li herêma Kiswê ya Şamê asteng kirin. Piştre dîmenê agir hate weşandin û got ku cihê fûzayên hatin xistin.

Paşê jî ajansa SANA ya rêjîmê Sûriyê li ser zimanê çavkaniyekî tenduristî got ku zilamek û hevjîna wî di encama teqîna ku li nêzî herêma Kiswê pêk hat, de jiyana xwe ji dest dane.

Malpera Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê jî derbarê mijarê de got ku depoya çekan a girêdayî Pasterên îranê hedef girtin, di encamê de 9 çekdarên girêdayî rêjîmê hatin kuştin.

(dc)