Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!

Malbata welatiyê bi navê Mihemed El-Mehelî ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê koçber bibûn, piştî rizgarkirina Reqayê vegeriyan, ji ber mala wan hatiye ruxandin di konekî de jiyan dikin. Malabt banga alîkariyê kirin.

Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
Hezkirina welat û berxwedana jiyanê ev e!
9 gulan, 2018   06:50

EHMED EL-ESAF-RUBA EL-ELÎ / REQA

Hêzên QSD'ê di 20'ê cotmeha sala derbasbûyî de bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Piştî bajar ji mayînan hate paqijkirin rê hate dayîn ku welatî vegerin warê xwe.

Malbata welatiyê bi navê Mihemed El-Mehlî jî yek ji hezaran malbatên ku vegeriyane warê xwe. Lê dema vegeriyan dîtin ku ji ber şer mala wan bi temamî hatiye ruxandin, lewma konek vegirtin û niha di konekî de jiyan dikin.

Malbata Mihemed ji 8 kesan pêk tê û niha di konekî ku bi xwe çêkirine de jiyan dikin. Konê wan endamên malbatê ji ava baranê naparêze. Di van rojên dawî de ji ber barîna baranê rewşa malbatê dijwar bû ye.

JI ber rewşa aborî ya malbata Mihemed El-Mehelî nikare xaniyê xwe yê ruxyayî temîr bike. Niha jî ew û zarokên xwe di berhevkirina bermahiyên bilastîk û elemînyom de kar dike û pêdiviyên xwe yên rojane pêk tîn e.

Derbarê mijarê de Mihemed El-Mehelî ji ajansa me re axivî û got ku ji ber şerê li herêmê pêk hat xaniyê wî hate ruxandin û wiha dom kir: "Îro hûn jî dibîn in ku em çawa di vî konî de jiyan dikin. Em bi hêza xwe jiyan dikin. Min hilbijart ku li welatê xwe jiyan bikim."

El-Mehelî di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû rêxistinên alîkariyan kir ku alîkariya wan bikin da ku karibin mala xwe temîr bikin.

(dc)

ANHA