Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!

Zaroka Efrînî Avrîn Ebdulrehman bi parçeyê topa Artêşa Tirk a dagirker birîndar bû û niha astengdar e.  Di heman êrîşê de xwîşka wê Koçerîn jî şehîd bû.

Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
Serpêhatiya Avrîna biçûk ewqas bi êşe!
9 gulan, 2018   06:28

ROZANA DADO / HELEB

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de yên herî zêde ziyan dîtine, zarokên Efrînê ne. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşa xwe de hemû cûreyên çekên giran bikar anîn. Di encamê de bi hezaran kes şehîd û birîndar bûn. Zarokên Efrînê rojên pir zehmet jiyan dikin, hîn di bîranînên gelekan de ew bîranîn hene.

Zaroka bi navê Avrîn Ebdulrehman Elî a  6 salî di şeva 17'ê Adarê de di encama topbarana li ser taxa wan a Efrînê Eşrefiyê de birîndar bû. Top li mala Afrîn a li taxa Eşrefiyê ya li rojhilatê Efrînê ket. Di encamê de xwîşka Avrîn a bi navê Koçerîn (7) şehîd bû. Yê Avrîn jî parçeyk li hestiyên pişta wê ket. Di encamê de astendar bûye û nema dikare bimeşe. Birayê wê Munizir jî 2 tiliyên lingê wî hatin jêkirin.

Di wê şevê de hemû endamên malbatê birîndar bûn. Di encama topbarana zêde ku dewleta Tirk li ser nexweşxaneya Avrînê, neçar bûn wê bibin nexweşxaneya Helebê û li wir dermankirina Avrîn dewam kir. Avrîn li vir jî bi qasî mehekê ma.

Ji ber rewşa Avrîn a dijwar niha bi bapîr, dayîk û xwişka xwe ve hatin taxa Şêxmeqsûd û li vir tedawiya fîzyaî dibîne. Niha jî pêwîstiya Avrîn bi pêlaveke tenduristî taybet heye, rewşa wê ne arame û dibe ku damarên lingê wê ziwa bibin.

Birayê Avrîn Munzir  ê 4 salî jî parçe li destê serê wî û laşê wî ketin û di encamê de tiliyên wî birîndar bû.

Avrîna Efrînî hîn jî wê roja reş ku ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker jiyan kir, jibîr nake. Her dem navê xwîşka wê Koçerîn li ser zimanê wê ye û dibêje ku ji ber topbarana Artêşa Erdogan serê xwîşka min ve û ew niha li goristana Şehîdan a Efrînê ye.

Avrîn bi hêviye ku dê rojekê vegere Efrîn û wê serdana gora xwîşka xwe bike. Li ser vegerê ev tişt anî ziman: "Dê Efrîn rizgar bibe û em ê vegerin warê xwe, da ku em bi aştiyane jiyan bikin."

Bapîra Avrîn Cemîla Mecîd derbarê mijarê de got ku parçe li hestiyên pişta Avrîn ketiye û wiha dom kir: "Tevî demeke dirêj di nexweşxaneyê de ma û niha tedawiya fîzayî dibîne lê hîn jî nikare bimeşe. Avrîn bi hêviye ku dê rojekê karibe bimeşe. Avrîn ji mafê xwe yê xwendinê  û lîstokan jî bê par maye. Tenê rûdinê û li derdora xwe temaşe dike."

(dc)

ANHA