Kiryarên çeteyan wiha bandorê li zarokan dike

Zarokê bi navê Hisên Necim di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi erebeya bombebarkirî ku li nêzî mala wî pêk hat de bi bandor bû, tirs pê re çêbû û di axaftina wî de giranî çêbû. Niha piştî bajarê Reqayê rizgar bû û dibistan hatin vekirin, dema diçe dibistanê heman zehmetiyan dikşîne.

Kiryarên çeteyan wiha bandorê li zarokan dike
Kiryarên çeteyan wiha bandorê li zarokan dike
Kiryarên çeteyan wiha bandorê li zarokan dike
Kiryarên çeteyan wiha bandorê li zarokan dike
9 gulan, 2018   06:24

EMAR EL-XELEF/REQA

Hisên Necim beriya ji bajarê Reqayê derkeve di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de bi bandor bû. Tirs û giraniya axaftinê pê re çêbû. Tevî bajarê Reqayê ji çeteyan hatiye rizgarkirin û dibistan hatin vekirin, hîn jî dema Hisên diçe dibistanê di bin bandora roja teqînê de ye.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser herêmê bandor li hezaran welatiyên herêmê û bi taybet zarokan kir. Çeteyan serê insanan li ber çavên zarokan jê dikirin, cenaze li kolanan dadilqandin, her wiha bi erebeyên bombebarkirî êrîşî cihên sivîl dikirin. vê yekê bandr li gelek zarokan kir. Çeteyan rê ne didan zarok biçin dibistanê û ew tevlî dewreyên xwe yên taybet dikirin. Hisên Necim jî yek ji zarokên ji ber kiryarên çeteyan bi bandor bû ye.

Dema çeteyan erebeye bombebarkirî li nêzî mala Hisên teqandin, hisên di serşokê de bû. Beşek ji serşokê bi ser wî de hate xwar û di bin bermahiyan de ma. Bavê Hisên wî ji bin bermahiyan derxist. JI ber dengê teqînê nêzî bû û di bin bermahiyan de ma tirs pê re  çûbû, her wiha nema deng baş dibhîze. Heta niha dema Hisên dengekî bilind dibhîze ditirse.

Jiyana nû

Hisên niha diçe dibistanê û di reva duyemîn de dixwîne. Li gorî temenê Hisên divyabû refa 4'an ba, lê ji ber çeteyan dibistan girtibûn di dema wan de ne diçû dibistanê. Mamoste û hevalên Hisên alîkariya wî kirin ku hinekî ji rewşa ketiyê derkeve.

Hisên di vê derbarê de got ku dema bavê wî ew ji serşokê derxist wî bi çavên xwe hin mirovên ku parçe bûne dît û destnîşan kir ku teqînê herêm ruxand.

Mamosteya Hisên, Menal El-Elî derbarê rewşa Hisên got ku demekê ji zarokan xwest ku tiştê dikeve bîra wan de birisimîn in û ev tişt anî ziman: "Ez matmayî mam ku Hisên wêraniya şer xêz kiriye, her wiha parçeyên laşên mirovan çêkir, di heman demê de jî serşokek biçûk çêkiribû."

Mamosteya Hisên destnîşan kir ku wê sedema resimandina serşokê jê pirs kir û ev tişt anî ziman: "Ji min re got ev ji bo xwe tê de veşêre û wêraniyê nebîne."

(dc)

ANHA