Mijarên rojnameyên Erebî: aloziya Sûriyê, hilbijartinên Iraq û Lubnanê û nûklera Îranê
Rêjîma Sûriyê nêz bûye ku paytexta Şam û derdora wê bigire. Hizbullah û hevalbendên wê li pêş e. Îran diyar dike ew ê di peyamana nûklerê de bimîne, heger bi derketina Amerîkayê jî be.

NAVENDA NÛÇEYAN
Aloziya Sûriyê, dosyaya nûklera Îranê, hilbijartinên Lubnan û Iraqê, rewşa Filistînê û aloziya Yemenê mijarên sereke yên rojnameyên ereban e.
Bi derxistina çekdaran rêjîm nêz dibe ku Şam û derdora wê bigire
Derbarê rewşa Sûriyê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Rêjîma Sûriyê nêz dibe ku tevahî Şam û gundewarên wê bigire" weşand û got " Hêzên rêjîma Sûriyê nêzîk bûye ku başûrê Şamê bigire. Bi vê yekê paytext û gundewarê wê ji mûxalifan vala dibe. Li aliyekî din di dema ku peyamana lihevkirinê li gundewarên Humisê dikeve meryetê de, 30 endamên hêzên rêjîma Sûriyê di êrîşa DAIŞ de hatin kuştin."
Fransa banga diyalogan di navbera hêzên Sûrî de dike
Mijareke din girêdayî rewşa Sûriyê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Paris naxwaze El-Esed biçe û banga dilyalogan di navbera hêzên Sûrî de dike" weşand. Li gorî rojnameyê "Sefîra Fransayê li Rûsya Selvi Beriman di hevîditneke xwe de li gel rojnameya Kommersant li ser pirsekê derbarê çarenûsa El-Esed de got: Derbarê vê dozê, em li şûna gelê Sûriyê ti biryarê nadin. Lê axaftin hene banga çûna Beşar El-Esed bê şertan dikin û destnîşan kir ku Fransa li dijî ku herêmên ji komên çekdar û rêxistinên terorîst hatine rizgarkirin li hêzên hikumeta Sûriyê ye vegere. Her wiha girîngiya diyarkirina pêşeroja Sûriyê bi riya danûstandinan di navbera hêzên siyasî."
Tirkumaniyê li Tirkiyê dixebitî serokatiya "Koalîsyona Niştimanî"dike
Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyeke bi sernavê "Ebdulrehman Mustefa yê bi eslê xwe Tirkumenî wekî serokê nû yê » Koalîsyona Niştimanî ya muxlif« hate hilbijartin" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Ebdulrehman Mustefa yê bi eslê Tirkumanî, sala 2012‘an wekî endamê damezrîner di Minber Tirkuemen Sûriyê xebitî, di navbera 2013 -2014‘an ji endamtiya Meclîsa Tirkumen a Sûriyê bû cîgirê serokê Meclîsa Tirkumen a Sûriyê. Di sala 2016‘an de wekî serokê meclîsê hate erekedarkirin. Piştî îstîfaya Riyad Seyf ji serokatiyê sala 2017 wekî Serokê Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê hate erekedarkirin. Di nava 24 salan de li Tirkiya, Lîbya, Erebistana Siûdî, Bilqarya di rêveberiya malî de xebitî, zimanê ingilzî baş dizane. Bi destpêka şoreşa Sûriyê vegeriya Sûriyê."
Partiyên siyasî yên Iraqê hejmara kursiyên xwe zêde dike
Derbarê hilbijartinên Iraqê, rojnameya El-Ereb nûçeyeke bi sernavê "Beriya hilbijartinên Iraqê mazata şopandina xeyalî" weşand. Li gorî nûçeyê "Namzetên partiyan, di mijara hejmara kursiyên de xwe mezin dike, bi vê yekê hewl dide bandorê li ser namzetan bike bû dengan bikşîne bi aliyê xwe ve. Çavêdêr şêwazê propogendaya bi vî rengê wekî bazirgahiyê dibînin û rengeke ji rengên tunebûna bernameya ku bibe bingehê ku berbijêran bikşîne bi aliyê xwe ve."
Hizbullah û hevalbendên piraniya wekîlên li meclîsê bi dest xistin
Derbarê hilbijartinên Lubnanê, Rojnameya El-Ereb nûçeyek bi sernavê " Gelo wê Hizbullah bi serkeftinên xwe çi bike"weşand û got, " Çavkaniyên siyasî li Beyrûtê dibînin ku Hizbullah ku di salên 2005 û 2009 nedikarî qezenciyan bi dest bixe di hilbijartinên 2018‘an de serket û pirs dikin ku gelo Hizbullah wê çi li serkeftinên xwe bike û di vê qonaxa hestiyar ku herêm tê re derbas dibe dê kijan aliyê de bixebitîne."
Peymanên Hemas ji bo Israîl niyeta wê ya agirbestê diyar dike
Derbarê rewşa Filistînê, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "Ebas daxwaz ji dewletên Amerîka Latîn dike ku palyozxaneyên xwe veneguherînin Qudis" weşand, El-Şeriq El-Ewset jî sernavê "agahî derbarê agirbesteke demdirêj.. û Hemas red dike" weşand.
Li gorî nûçeya El-Şeriq El-Ewset "Rojnameya «Haaretz» a Israîlê diyar kir ku «Hemas» di çend mehên derbasbûyî de hejmarek peyam ji Israîl re şandin, dibêje ku ew amade ye derbarê agirbeseke nû bi Israîl re îtîfaqê çêbike, li beramberî projeyên sazumanî û peymanên nû ji bo guhertina dîlan çêbike. Lê berdevkê Hereket «Hemas» Ebdulletîf El-Qanûi agahiyên dibêje « ‘Di navbera tevgerê û dagirkeriyê de, anî pêşnûmeyên bi vî rengî ne rast».
Nûnerê navnetewî tekezî li ser rola Hizbullmuter di aşîtiya li Yemenê dike
Derbarê rewşa Yemenê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek sernavê " Êrîşên li ser fermanarên rêza yekmenê a derberkar li Senayê hate kirin", El-Ereb jî "Koalîsyona Erebî serkêşên Hûsiyan hedef digire û avabûna wê parçe dike" û El-Heyat jî " Griffith piştî ku amadekariyên wê yên ji bo serdana duyemîn a Senayê bi ser neket vegeriya Riyadê" avêtin. Li gorî nûçeya El-Heyat "Nûnerê navnetewî yê li Yemenê Martin Griffith duh gihişt Riyadê. Li «Ajansa Xeber» Griffith û Serkertêrê Giştî û Alîkarê Karûbarên Siyasî û Têkiliyên Derve yê Partiya «Mûtemer El-Şabî El-Am» Şêx Sultan El-Burkanî duh di hevdîtinên xwe de behsa çareseriya siyasî li Yemenê û rola partiyê di aşîtiyê de nîqaş kirin, girîngiya vekirina balafirxaneyan û derbasbûna madeyên alîkariyê kirin. Griffith rola partiya«Mûtemer » di pêvajoya aşîtiyê û beşdarbûna di danûstandinan de destnîşan kir."
Îran di peymana nûklerê de mayî ye, heger Amerîka derve jî
Derbarê nûklera Îran, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Turmp dê îro derbarê (Nûklerê de) daxuyaniyê dide.. Tehran berbijêrên xwe lêkolîn dike" weşand. Li gorî nûçeyê "Di dema ku cîhan li benda biryara Serokê Amerîka Donald Trump e ya derbarê nûklera Îranê de, Îran duh vekişandina xwe ya ji bo peymanê li beramberî ku Serokê Amerîka biryara vekişandina welatê xwe ji nûklerê bide paş de kişand û li şûna wî pêşniyara mayîna xwe bêyî Washigton da. "