Li Lêlîkanê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG'ê li Lêlîkanê li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di çalakiyê de 15 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li Lêlîkanê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
8 gulan, 2018   09:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ANF‘ê dane, gerîlayên HPG'ê duh êvarê saet 17:30'î li girê Lêlîkanê yê herêma Bradostê li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku 9 leşkerên dagirker hatibûn kuştin. Lê belê şahidan gotin, 15 leşker hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne.

Tê gotin ku artêşa Tirk a dagirker termên leşkerên xwe û yên birîndar ji gundê Bermîzê derxistiye.

Derbarê van agahiyan de HPG‘ê hîna tu daxuyanî nedaye.