Şandeya jinên Elman xwestin ku Kampên Şehba fermî werin qebûlkirin

Şandeya Jinên Elman bi daxuyaniyekê bang li hemû saziyên navdewletî kir ku rewşa kampên kantona Şehbayê di ber çavan re derbaskirin. Di kampên Şahbayê de bi hezaran şêniyên Efrînê yên ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man dev ji warên xwe berdin hatine bicihkirin.

Şandeya jinên Elman xwestin ku Kampên Şehba fermî werin qebûlkirin
8 gulan, 2018   09:41

ŞEHBA

Şandeya Jinên Elman bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û tevlîbûna ji hemleya Kongerya Star bi diruşmeya "Ji bo Efrînê Serî Hildin" gihîşt kantona Şehbayê.

Nûnerên saziyên sivîl li herêmê, endamên şanedeyê Dr Maya Hit, Endama Rêxistina Alîkariya Astengdar Daniyela Nişk, Nûnera parlementoyên çep li Elmaniyayê Zafila Hawf û Dr Siwantya Ilik tevlî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li Kampa Berxwedan ji aliyê Dr Siwantiya Ilik ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Em ji bo rewşa gelê Efrînê yê ku ji cihê wan hatine derxistin lêkolîn bikin û di derheqê rewşa wan de raporekî amede bikin hatine vir. Me li vir gelek serpêhatiyên pir êş, trajedi, windayan û tundiyên bihîst. Em binpêkirina mafên mirovan ên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Em, bi taybet di salvegera rizgarbûna ji faşîzma Alman de, hevkariya dewletek wek  Alman ku endamê NATO’yê ye bi Tirkiyê re şermezar dikin. Em piştgiriya taleba gelê Efrînê ya ji bo bizivirin malên xwe dikin. Em wek xebatkarên tendûristiyê dibînin ku pêwîstiya sîstemek bingehîn a tendûristiyê ji bo Şehbayê, bi taybet ji bo zarok û jinên li wir heye.

Me wek heyetek xebatkarên tendûristiyê ku xwedî bingehek femînîst, din ava du rojan de serdana sê wargehên li Şehbayê kir. Me hevdîtin bi saziyên berpirsyarên lojistîkê, xebatkarên tendûristiyê yên di bin sêwana Heyva Sor a Kurd de dixebitin û kesên berpirsyaran pêkanîn.

Em talep dikin ku kesên li Efrînê ji malên wan hatîn derxistin ji aliyê saziyên navnetewî yên wek UNHCR ve wek penaber bên pejirandin. Heman demê de alîkarya çekan a bi dewleta Tirk re demildest bê rawestandin. Divê rêya gihiştina çavdêrên navnetewî û rojnamevanan bi Efrînê re bê vekirin. Em band dikin ku hemû ji bo Efrînê rabin serpiyan."

(bx)

ANHA