Xebatên paqijkirina taxa El-Bedû ya Reqayê hate destpêkirin

Komîteya Jinûve Avakirina Reqayê dest bi xebatên paqijkirina taxa El-Bedû ya Reqayê kir.

Xebatên paqijkirina taxa El-Bedû ya Reqayê hate destpêkirin
Xebatên paqijkirina taxa El-Bedû ya Reqayê hate destpêkirin
Xebatên paqijkirina taxa El-Bedû ya Reqayê hate destpêkirin
8 gulan, 2018   09:11

REQA

Komîteya Jinûve Avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê kar û xebatên paqijkirina bajar ji bermahiyên DAIŞ`ê didomîne.

Piştî ku Komîteya Jinûve Avakirinê taxa Rêmila, kolana Seyf El-Dewle, Qotel, 23 Sibatê û El-Mensûr ji bermahiyên şer paqij kirin, niha jî dest bi paqijkirina taxa El-Bedû ku herî dawî ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, kirin.

Di vê çarçoveyê de Endamê ekîba endizyaran a xebatên paqijiyê dişopîne Ehmed Mihemed El-Elî ji ajansa me (ANHA) re axivî. El-Elî got ku wan dest bi paqijkirina taxa El-Bedû kirin lê ji ber ku tax a herî dawî ji çeteyan hate rizgarkirin,  zirara wê zêde ye û ev tişt anî ziman: "Lewma gelek kar û xebat ji bo paqijkirina taxê pêwîst e."

El-Elî destnîşan kir ku alavên komîteya Jinûve avakirinê pir kêm in, ziyanên di taxê de jî pir in ji ber vê yekê demek dirêj ji paqijkirina taxê re pêwîst e.

Komîteya Jinûve Avakirinê ji dema bajarê Reqayê di 17`ê cotmehê de hate rizgarkirin dest bi paqijkirina bajar kir, xebatên paqijiyê bi hemû hêza xwe jî didome.

(bx)

ANHA